Çi zû te ji bîr kirin? !
kenên me,
sozên me
di bin baskên þ evan de,
hevdîtinên me...
Kirte-kirta miþ kan,
li ber guhên me,
dibûn dengê lingê neyaran
û tirsa me.
Serbilindaya min bi te,
ya te bi min.
Çi zû ji bîr bûn? !
Zikreþ iya min,
li ser hezkirina xelkê ji te re.
Ez-eziya min,
di evîna te de,
hîna sozê te zingîn e,
di guhên min de
'heya mirinê ez soz didim, didim û didim...'
Bêhna biskên te,
li ber bêvila min e.
Çi zû te ji bîr kir? !
Nebêje:
Te ji kê bihîst? !
Kê gote te? !
Neke bêbextî,
bêbextiya xwe.
Hemû xewn, ne derew in.
Dîwar bi guh in!
Ba digere.
Û xeberê bêbextan digerîne.
Tenê ne bes bû,
têra te ne dikir,
ji bîrkirina min:
Êdî,
bi neyarê min re bûye dost.
Digere
dikene
bûye yara neyaran...
Dibihîzim.
Dikola gora min.
Fatîhan dixwîne li ser min.
Têhna te ne diþ kest,
bi birînên di canê min de.
Xerîbî
Helebçe
Mihacirî û Þ irnex,
þ ewata canê min,
Dêrsim
zewqê distîne ji êþ a min.
Her dinalim,
hewqas kêfxweþ dibû.
Bi destên xwe,
-yên li ber rûyê min bû
berî niha...-
dikole sînga min,
berîkan çê dike
di canê min de,
tu...
û neyarê min-yarê te.
Eger mirim.
Riya xwe dagerînin
ji ser gora min
paqij hatim dinê
paqij jiyam,
bila paqij jî bimînim!
Kayıt Tarihi : 17.4.2004 17:03:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!