Bi Sond Ez Te Daxwazim

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Bi Sond Ez Te Daxwazim

Bi rastî paşila min de şiklê te ye
Wele nav hişê min de xeyalê te ye
Pêşîna min û axirîna min, tu yî
Dilreşê bêbextîya te min re eza ye

Lêlê bêbextê, jiyana min re kambax bû
Qîr û qetran, tarî min re dîyarî bû
Evîna te min re bû derd min re bû kul
Hesrata min jî wek ava çeman rabû

Lêlê dilkevir kezeba min dihêrin
Li dîsa nav canê min de şûr û kêrin
Yek cihêtî yek xizanî yek mirin e
Ax dilê min qetandin, helkirin birin

Bi salan û rojan, te min dû xwen gerand
Lê te çima xwestinên min vegerand
Te çima evîna min reş û tarî kir
Wex te çima heyvarona min vemirand

Lêlê bi qesem û sond ez te daxwazim
Haya te ji min heye? Ez tac û text naxwazim
Wale wek bedewbûna te tu kes tune
Li min nerve, ez te li te bixwazim

01.10.2019
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 2.11.2019 16:12:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu