Her tim bo te pir dinalim
Bi rojane te digerim
Heta giyana min hebe
Tu car, ez te venagerim
Tu him dilî him kezebî
Tu him canî him cananî
Lê qemerê lê delalê
Tu gula nav her baxanî
Bê te ez pir belengaz bûm
Berf û baran min herî ye
Li min xeme, min kesere
Dinya min re pir tarî ye
Tu him yârî him evînî
Him jiyarî him hebûnî
Tu xemla nav her xewanî
Tu her hebî tu şabûnî
Bê te jiyar min re bû kul
Min qarîne min kedere
Ez dinalim şevan, rojan
Ez dixwazim rabe were
Mehmet Çobanoglu
17.11.2017
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 17.11.2017 15:40:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2017/11/17/bi-rojane-te-digerim.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!