Ay dilê min! Agahdar be, min xem e
Van rêyan û çiyan de te digerim
Ax dilê min, ez bimirim evîn zor e
Min fîxan, min vizar e, tim digirîm
Bi rojane ji min re xemgînî ye
Bi rastî hesreta te, min zarîn e
Çareserî ya min nema, zû were
Bê te jiyan wek agir, wek mirin e
Yar her awirên jî min re derman e
Yar heyîna te ji bo min miraz e
Her tim û her dem tu eşq tu evînî
Bi dil, bi sond dilê min te dixwaze
Yar, dilê min her tim gazî te dike
Ez xemgînîm! Min qirîn e, min şîn e
Yar, sebra min nema, hesret pir zor e
Rojane ez dinalim min şîvan e
Ax dilê min hatiye dorpêçkirin
Mîna bilbilê qîrîn li min heye
Ezmanê şîn li min tarî û reşe
Di dilê min de xem û hesret heye
Ev hesret û xem tim dilê min de ye
Bi rojan e digirî ev dilê min
Rûyê min naken e, ey delala min
Havîn û bihar, bû zivistana min
Mehmet Çobanoglu
26.01.2124
Stanbol
Kayıt Tarihi : 26.1.2024 15:45:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!