Beytên Xelet Şiiri - Mehmet Şerif Ekici

Mehmet Şerif Ekici
153

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Beytên Xelet

Afîtaba rû binevşî dil bi nizm û hêdî bêt
Xezana ew dilê laqîd ji esmana wê zû bêt
Payiz zere wekî belgîn, husna te subh û selat
Tilîya tebû selawat, qesem bi navê te bêt
Şeraba dil dida min, serî ji dil cuda kir
Lewra qedexa eşqê, min dida dest, wê dirêt
Ezim facir eman li te, ecr û enfaz bi tera
Ehsena wê sûret perî, Qeys'a ji texta digirt
Ne bawerbe ku emelê fasid wê bigîje semawat
Kelamê xaliqê baqî, ta ku mehşer peyda bêt
Di dil teda kenz-ê mahfî, çaryek bide ev feqîr
Ne laqitim, bi rûmetim, tu serê xwe bilind bêt
Ne bi lîan bi nerm û xîtap, em herin şer'a Yezdan
Musteftîme çibkim îro, fetwa bo min nema bêt
Bi kesê şaqî nay îtîbar, eman ji te ya Hebîb
Hesabê ew qal û qîla, berî heşrê bila bêt

Mehmet Şerif Ekici
Kayıt Tarihi : 10.6.2016 01:13:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Şerif Ekici