Beyanîbaş,
ji şiliya kuçeyên bajarê tenêtiyê,
beyanîbaş,
di bêkesiya bêkesan de,
bi dilopên xunaviyan,
beyanîbaş,
miradên di çavan de cemidiye,
hestên di dilan de maye,
bi dengê Karapêt,
kû ji jana diherike,
beyanîbaş,
payîza reş,
valahiya bêbinî,
û ew helbestên ji biyanîbûyînê tên.
''tenêtî parî nabe,
parî bibe nabe tenêtî''...
wan awazên ji şewatê hatin,
rizgan û nûrê,
taro û zarê,
derwêş û edûla kezî reş,
bîranînên azadîxwazan,
mija daketiye çava,
riyên pêda çûyîn hêz dixwaze,
gumeguma geliyên girnijîn tê de wenda bûne,
û bêserûbiniya beyaniyek li Amedê,
beyanîbaş...
Kayıt Tarihi : 22.11.2008 11:44:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Şêxmûs Tayfûr](https://www.antoloji.com/i/siir/2008/11/22/beyanibas.jpg)
TÜM YORUMLAR (1)