Tu yî yê ku hîn jî ji min hez dikî?
An jî ez im yê difikire tu ji min hez dikî?
Komkujî heye di welatê min de
Dikujin bê gor dihêlin zarokan
Kaş dikin laşên mirîyan
Li ser axek zûha û bê av.
Kes nabihîze hewara dayikan
Ez Zagros im Cûdî me
Li ber çavên te gundî me
Belê ez gundî me kurdî me
Ma tu dizanî qey ez hindî me?
Baş bizane ez Kurdistanî me
Li bêdengiya min nenêre rûheyva min
Awirên te di nav min de bahozan diqewimîne.
Berzan bedlîs
Maçek bide min, bila ji lêv be
Ji lêv nebe, bila ji dil be
Berzan bedlîs
Bedewbûna te çav ronî dike roj tarî dike.
Heyv li hemberî te xweşikbûna xwe wenda dike
De ka bêje ev çi bedewbûn e?
J'bo Kurdistana serbixwe
Serhildane bi dilê xwe
Dijmin ketiye welatê te
Çima dest navêjî birayê xwe ?
Şîn û girîn e, li her cihê xwîn e
Dayik li ser laşê lawik e, lawik tev bi xwîn e
Baş bizanin, dilê dijmin reş bi xwîn e
Lê dilê gellê kurd sor bi xwîn e
Her çar parçên welat
Bakur û başur, rojava û rojhelat
Evîn û hêviyên me bi welat
Kurdistan nabe çar welat




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!