Gelê Kurdan kolanan de raperîn
Ev dijrabûn berxwedana şêrane
Dil û can em hev re ne, hev naqetin
Ji bo azadî ya gelan hewldane
Bi rojane toz, dûma û xubar e
Ev şerê me şerekî pir girane
Ji axa me de dengê tang û topane
Tu hewzanî heşire û xopane
Ev şerê me hemberê neyara ye
Bêwîjdanan ji me re gul nehîştîn
Ev berxwedan ji bo me pir pîroze
Ax û wax zarokên me hatın kuştin
Bi hezaran leşker hatin ji Rom’ê
Li ser me de agir, şewat dibare
Bo neyaran kend û kortan kûr vedin
Bizanibin artêşa Rom’ê me nikare
Hemû gelên Kurdan rabûn piyan e
Azadî Kurdan re çav dibiriqîne
Neyar nikare li ser me de were
Ev der Qoser’e ev navçe Farqîn’e
Mehmet Çobanoglu
28.12.2015
Stenbol
Kayıt Tarihi : 31.12.2015 11:48:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2015/12/31/berxwedana-serane.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!