Ava gunđê me hênike
Tê de elbik û şerbike
Berx herikin li çûn çêrê
çêra wan ji xweş tolike
Pişta gundê me de pale
Nav palê de du, sê male
Berx diçêrin deşt û mêrgan
Berxa bêmak pir dikale
Kincê berxvan de berike
Barê berxvan ne sivike
Kar û berx jî ne hindikin
Destê berxvan de şivike
Bax û baxçên me pir geşin
Sêvên warê me jì xweşin
Zozanan de berx diçêrin
Çavê berxvan ji pir reşin
Perxvanê me pir cîwane
Kenê wî jî ser lêvane
Berxvan berx berda xozanan
Dem lê havîn gulîstane
Mehmet Çobanoglu
26. 03. 2018
Silivri
Kayıt Tarihi : 23.5.2018 21:59:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!