Dijî bahatinê kezîyên xwe bernede
Agirê û şewata dilê min jî tevnede
Ew tilîyên xwe kubar, nazik biparêze
Destê bihineyî kort û çalan venede
Lê bûkê qîza welatê me dotmama min
Dayîka zarokên xwen gula nav mala min
Lê devkena min şewq û şewla heyverona
Dîsa carek din destê xwe bide destê min
Lê bejn bilinda min, nêz were kêleka min
Çavreşa min bi awirên melûl mede min
Delalê, dil te dixwaze dil te hez dike
Bi kerema xwe ramûsanekî bide min
Xanimê evîna min ez heyrana te me
Ji bo te ez tim dînîm ez dîwane me
Firqetî mirine û dilşadî nade min
Lê hesreta min kesera min ez rêwî me
Delalîya min bermalîya min rinda min
Dilxweşîya min şêrîna min were ba min
Ez li rojekî ji vê dinê barkim herim
Ken û bi henekan were li ser gora min
22.03.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 22.3.2016 11:39:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!