Gul, kulîlkan baharan
Hêşinîya ser daran
Pir rindî pir ciwanî
Berîvana ber mîhan
Şanazîya gelê me
Havîna welatê me
Qemerê rabe were
Heyrana bejna te me
Birha te wek kevan e
Biskê te jî dervan e
Tu delala Kurdanî
Porê te wek şevan e
Canê min qurbana te
Ez dilê xwe bidim te
Tu qîza gelê me yî
Şareke sor serê te
Dem jî me re bû xelat
Îro roja me hilat
Berîvana gelê me
Ez çok vedim ber welat
08.03.2015
Stanbol
Kayıt Tarihi : 8.3.2015 15:23:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!