Berîtan Bu Berîvan Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2550

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Berîtan Bu Berîvan

Ev gir girekî geş e, lo dilo can
Dor lê tij î binevşe, lo dilo can
Wek newalan, wek çeman, lo dilo can
Li bin de av dikişe, lo dilo can

Gundî hatin zozanan, lo dilo can
Cîwanan kon vegirtin, lo dilo can
Bihar jî xweş deman e, lo dilo can
Li çiqilan gul girtin, lo dilo can

Zozanan jî pir hênik e, lo dilo can
Pez jî hatin bêrîyê, lo dilo can
Goran jî tij î pez bûn, lo dilo can
Berîvan hat bêrî yê, lo dilo can

Beritan bû berîvan, lo dilo can
Hewa bihar ê lê tê, lo dilo can
Asmîn e, gulebûk e, lo dilo can
Bêhna gulan jî lê tê, lo dilo can

Gir girekî bilind e, lo dilo can
Berîtan ê bihar e, lo dilo can
Berîtan qîza Xatê, lo dilo can
Her guhan de guhar e, lo dilo can

Berîvan pez didoşin, lo dilo can
Berîtan pir bedew e, lo dol can
Gul, gulpilk û gul-sosi e, lo dilo can
Axa Qers'ê zozan e, lo dilo can

Gundî hatin ber germê, lo dilo can
Pez diçêrin xozanan, lo dilo can
Ev gir girekî xweş e, lo dilo can
Silav bidin şivanan, lo dilo can

Xortê reş bilûrvan e, lo dilo can
Li konê de mêvan e, lo dilo can
Berîtan keça me ye, lo dilo can
Ew îsal berîvan e, lo dilo can

Mehmet Çobanoglu
13.06.2024

Gurpinar

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 13.6.2024 15:28:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu