Berfa sor Şiiri - Harun Aslan

Harun Aslan
16

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Berfa sor

Pêşkêşe ji bo Rihê pîroz ê yazdeh şehîdên ku di sala 2001’ê de, li Dola Kokê di bin berfê de man”
Te ew bi zîncîran girêdan,
bê deng kirin,
bê reng hiştin,
xwîna wan jî kişand,
Lê bizane ew ne mirin,
berfa sor bê eman.

Te xwe li dora canê wan kir kefen
Bi hêrsa xwe,
te rûniştgeh li wan kire gor,
Û bi serde rûndikên derewîn jî
dibarînî berfa sora tewembar.
Te ew binax kirin

berî ku çava li rojek nû vekin,
û bi termê wan re bûyî rêwîyê
rêya goristana nû ava bûyî.
Lê bizane ew di paytexta dilên me de
dil şa ne Berfa sor!

Te kîna salan
bi xwendina Kundê xwe re,
bi ser wan de barand.
mîna yarek sermest,
te henase jî ji wan birî.
yazdeh xunçe yên evîndar
bi xwendina bilbilan re,
bûne awazên esmanekî bê sînor!

wê çaxê tû jî
ji serxweşiya xwe xelas bibûyî
lê çi heyif bû,
te yazdeh birîn,
di dilan de vekir.

Harun Aslan
Kayıt Tarihi : 29.3.2004 22:05:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Harun Aslan