Deşt û zozan de gul, kulîlkaan geş vedane 
Bihare li çîyan de lîlozan serîdane
Ji seri heta bin di welat de gul,binefşin
Berx û karan bi hev re xwe mêrgan de berdane
Wext bihare û quling hatin gew diqubin
Gul, kulîlk bi tev pel vedan bi tev jî şîn dibin 
Minminîkan bi rengareng baskvedan difirin
Çem û newal, bax û baxçe bi hev re şadibin
Bihare mehên pîroz e; dor de nexozanin
Strana distêrin ew dengê xort û qîzanin 
Refê kêzikan, buxikan de mêşin û mozin
Zûdaye berf helîya av dikişe ji gozanin 
Bihare her dem xweşe lo hatina germane  
Nesare, neseqeme dengê qîzê xamane
Bêhna axê pir xweşe bêrîvan pez didoşin
Bihare, gulîstane her derdan re dermane  
21.05.2016
İstanbul
Kayıt Tarihi : 21.5.2016 03:34:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
 
 



Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!