ji stenbol ê ketimê rê
niha derbas bûm ji enqerê
berf girtîye erdê
hêlek min qûtifîye ji sermê
çi rêyek asê
Kovanek çê bûye li canê min pir diêşê
min sond xwarîye ji kezebê
ezê bigêhêjim jîn ê
ezê bigêhêjim amed ê
wayê min xwe berda deşta meletîyê
bêhna amed a min ji dûrve tê
li ber çavê xwe geş dikim wê Xeyalê
hişê min li amedê
Xarpêt welatê janê
birîndare ji alîyê şoreşê
wek meyîtek avêtine kêleka rê
bi çîrokên jan ê amedê divê
niha ezê xwe berdim deşta erxenîyê
û berf hê jî tê
rê hê jî asê
ne xeme ketime rêya jîn ê
berê min li amedê…
Kayıt Tarihi : 13.5.2024 21:53:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!