Ey paşverû
Ey bênijad
Me re mirin berpêş bû
Mîmarê wê jî tu yî
Em şoreşger
Em şêrinin
Em Mehmet Hayrî Durmuş
Em Akîf Yilmaz…
Em Kurd in em namirin
Devara me de dûmane
Axa me ber gulane
Dek û fêlên neyaran
Wek dûpişkên xîzanan
Ji nişkve vedide
Ku mîrov pê nehese
Tim zore tim xetere
Penceşêr xirabtire, bobelat e
Ey dijber ey reqîb
Nêta te ne başe
Ey qehpe
Te çav berda axa me û nanê me
Azadî ya gelê me
Em pêtin em agirin
Em latin em kevirin
Em narizin, pûç nabin
Em bizmarên natewin
Netewa me naqede
Gelê me rewşenbîrin
Berxwedan jî rûmet e
Ey raqîp dê bavê te keftarin
Eslê te gurê boz e
Qîlên te qîlên tûj
Leqên te leqên kûr
Serê te serê gir
Bicehme ji vir here
Evder axa Kurdan e
Kurd û Kurdistan
Welatê me gelane
Hemû gel birane
Ey bimire koletî
Em naxwazin bindestî
Em rabûn em tev kom bûn
Dijrabûna Kurdan e
Rizgarî, têkoşîn erka hemû gelane
Welat me fîrdews e
Bendewarîya dilan e
Şoreşger û karker berxwedan rûmete
Tovên azadî yê aj da
Ala kurdan jî nav de
Me re mirin berpêş bû
Em namirin ser pêne axa me Kurdîstan e
03.11.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 3.11.2011 02:28:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (1)