Bendê Xulamîyê Biqetînin

Mehmet Çobanoğlu
2550

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Bendê Xulamîyê Biqetînin

Situna dilê min şikestî;
Kulîlkên bexçê min jî çilmîsîn,
Ax vê serê min;
Derde,xeme,xeyale dîsa li min,
Hêlînên li ser warê me şelandin!
Malên me û gundên me …
Rez û mêrgên me şewitandin;
Zare zara kew,kevok û bilbilane …
Xem û xeyalên zarokane.

Şev jî pir xizane û bêyom e
Li ser min de nabuhure,
Him zore him pir afate…
Hesin avêt nav bendera dilê min
Bedena min û nav jiyana min,
Bi salane wusa werqilîye
Ser kezeba min de sekinîye!
Dîsa kule û derde li bo min;
Rondikên çavê min wek çemean
Bi ser dêmê min de diherikin,
Disa lêvên lerzok li min bûn beyban,
Her der jî min re zîndan
War û welat jî leylan.
.
Stêrk jî li min xeyidîne tu şewl nadin,
Gûstêrikên şevan jî nafirîn û nabiriqin
Bi çol û bestan bi ser mêrgan …
Gizingên berbangan jî vemirîye;
Roj jî dûre her der min tarî.

Ez qurban,me re bînîn roja cîhanê,
Mûçkin,berhevkin bidin ser her milê min,
Rengê kesk,sor û zer lêdin,boyaxkin bi sê rengan!
Pive dilê min geşkin û şabikin,
Wek ala welatê me bi wê germî;
Bi cejnan û mihrîcanan peşkiş bikin…
Bidin gelên me
Bibêijin ev ala me Kurdan,
Pêve ava bikin welatê me!
Şev û rojan hev veqetînin
Roja berhevkin bidin gelan;
Bendê xulamiyê biqetînin,
Gelên me azadkin.

13.07.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 18.7.2010 19:26:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Sinan Karakaş
    Sinan Karakaş

    Hewalı delal, helbest gelek baş buye, piroz dıkım,Sılavu rez

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu