Qîzapa min, min dûrket
Dil û kezeb rêneçûn
Birçî yê evînê me
Xeyalê min rast neçûn
Qîzap ez bextê te me
Neke ji min nereve
rojan e benda te me
Dîsa li min heware
Qîzapa min, ji te re
Çend gotinên min heye
Ji vir pê ve nereve
Dilê min ji te maye
Dilê min xerab nekin
Hişê min her tim ser te
Ji bîr neke, tu gul î
Ez jî, axa li bin te
Qîzapa min e bêbext
Te çi serê min vekir
Tu nebûyî derman ê
Kula ku te min vekir
Wusa neke qet nabe
Çiqasî min birevî
Hesreta te ji ba min
Roj bi roj zêde dibe
Feritata dilê min e
Bizanibe canê min î
Ez hatim derî yê te
Dil tu qîzapa min î
Mehmet Çobanoglu
31.08.2024
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 31.8.2024 16:13:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2024/08/31/benda-te-me.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!