Bêje Mın Loo! Şiiri - Harun Akkul

Harun Akkul
46

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Bêje Mın Loo!

BÊJE MIN LOO!
Ruyê ku çelmisî
Di ber siya xewnan de herikî û çû
Ez ne giham wê çûyînê
Barê wê li ser piştê pir giran e
Bi hilm di binî de maye
Bi destê xwe te ev kiriye Nikarim destê xwe dirêjî te bikim
Û nikarim bi te re bazbidim
Nikarim bimeşim Nikarim bisekinim li pişt te…
Ev laş nikare temaşe bike
Li av û kaniya te Ji bêhna kulîlkên te
Nikarim xewnan veşêrim
Ji bo sibehan
Nikarim werim bajar bajorok û navçeya te
Nikarim werim gund û xana te
Bêje min lo
Ji bo çi ye ev kerrbûn lalbûn û korbûn
Kanî xeyalên ku te di mejiyê min de kolan
Firtoneya te radibe weke erdhêjê Tu hîs dikî çavê min ê bi şîrîn
Niha wekê çirayê nava te melûl in
Bi nalîn rondika xwe direjim
Çem xwîna nava xwe
Bi daxwaz li hember bêrîkirina te disekinim Li parên te dixe pêlên axa te
37
Ma tu dizanî ev qehra min ji bo te ye
Tu dibihîzî kesera min Êdi guhdar dikim ji hevalê hozan
Li ser têlên tembûra wî dilerizim Ez xeyidî me ji heft bavikan ji taxa filehan
Êdi bi bîr naynim dêra te û koşkên te
Ez ji te dûr im

Harun Akkul
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:35:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Harun Akkul