Behsa Welat Şiiri - Rodan Ardil

Rodan Ardil
50

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Behsa Welat

Xwîn got me rijand
Dilop dilop hêsir barand,
Civan neman ku me zindananda rizand
Jîyan li jiyanan quliband,
Tu tişt hêvîya Welat ji me nestand.

Pir camêr bi hesret çav girtin
Wan zerîyan dil û ceger sotin,
Dayikan tevî dilê şevat gotin
Bavan cog xistin hêsrên salan rotin
Lê bi hêvî, bawerî û tekoşînê hêz girtin.

Ewqas canfîdan, şehîd û qehreman,
Lê sererast nabe sîrûda me Kurdan,
Dîsa jî ji dil kêm name ne hêvî û ne îman,
Piştî mirinê bihûşta ji bo me ev niştiman
Tu car natemirê ji me ne fikr û ne jî raman.

Koçberî bu para me, xerîbî jareke li ser dile,
Tixûb xistine navbera me, bira ji bira xerîbe.
Em kirine em û ew, çav dibîne dest nagihêje
Ew tişta nîne rûyê dinê, tenê para me Kurdane.

Ez ji bakur, ew ji başûr, ê din ji rojhelate,
Xwîn dirije ji dil û cergê welat, dibê rojavaye Kes nabê welat Kurdîstan, Amed jî paytexte
Ka bêjin bijî Kurd û Kurdîstan, wa hat êdî wexte.

Rodan Ardil
Kayıt Tarihi : 30.11.2023 07:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Rodan Ardil