Bêhna bîranînan Şiiri - Hizan Silan

Hizan Silan
9

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Bêhna bîranînan

BÊHNA BÎRANÎNAN

ez
ne jiyam
ne jî mir im
di wêraniya zaroktiya xwe de
derbeder im
Cîhan
penihî dilê min
ez
li ser axa welatê xwe
hê penaber im
dem û heyam
di rûyê ciwaniya min de
kal û pîr bûn
pêşeroj
di qilfa gumaneke tehl de
digindire
li nav okyanûsê
giraveke bêkes im
li çolistana giyanê xwe
hesretkêşê
dilopek baranê me
ax û nalîn
bedbextiya min
ji telpa ewran
û tenetiya min
ji dîmenên qelebalixan
bipirsin
ez
rêwiyê herika demê me
di leyistika satrancê de
wezîrê berxwedanê me
li siya jana xerîbiyê
dostan berhev dikim
şev
hêsirên dergûşa dil
di qefesa xwe de
vedişêre
li rojan
xewa xwe
li xilmaşkiya çavên xewê
radizênim
kul û keder
êş û keser
fotokopiya temenê min in
li reşetariya şevê
siya bijangên xwe
dibînim
ken û şadî
li ser lêvan
qurifîn
li sahneya şanoyê
fîgûranê êşa me
qenciyê
li ser kevirê mermer
û xirabiyê
li tozê dinivîsim
bêhna bîranînên min
yên berba bûyi
ji stran
tembûr
bilûr
mizrab û têlan
bipirsin! !

Xizan Şîlan
2006-11-01
Stockholm

Hizan Silan
Kayıt Tarihi : 14.2.2007 22:30:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Hizan Silan