Behn! Şiiri - Feridun Urfa

Feridun Urfa
83

ŞİİR


56

TAKİPÇİ

Behn!

Dupişkên qumêd bi jahra xwe î hezar salî bedena me heram kirin
Li ser pişta qantirên navsal rabezîn mirovhatîyê
Dev avêtin dest avêtin bombe avêtin û nesekinîn
Têr dile xwe rehet nekirin ji kuştina me
Carna li bin zinarekî komkirin laşê me
Carna li ser delavekî
Carna li ser pişta qantirek(ê) î

Her dem ê mirî em bun
Ê serî li darbestê ketî
Ê nîv jîyandayî
Ê bi behna sêva hatî xapandî

Em bun ê li keştîya Nuh/ê penaber suwarî
Em bun ê bi îsa/yê bê bavra li çarmîxa govendgerî

Çavên me li rê,em li bende ne

wê were

û

wê biqedîne vê bêkesîyê

em ne pezê winda ne;
şivanê me şevdere bavo! /f.k

Feridun Urfa
Kayıt Tarihi : 15.1.2012 13:39:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Filiz Şahin
    Filiz Şahin

    çevirisini yapamadım/ :-(

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Feridun Urfa