Bêguman Bengînê Te Me

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Bêguman Bengînê Te Me

Evîna min birqa tava siba min
Dilgeşîya dilê minî hestê min
Bêguman keskesora rengînî
Lê bedewê ronahîya raoja min

Şaxê gulan tu bo min tim himetî
Tu dilî tu canî bo min nîmetî
Dilbera min silav, rêzên min te re
Êdî bi her dem tu bo min rûmetî

Derketim bilindayê te dinêrim
Ji destûrekî paşıla te venêrim
Ez te li berva xwe vedikişînîm
Pesîra xwe veke li nav binêrim

Li min re hebûnî min re jiyanî
Bi her dem tu stêrka şevanî
Ez heyrana bejna te me
Tu rihan û sosuna ser çiyanî

Bêguman, bêşik ez bengînê te me
Salan e seferberê eşqê te me
Bêhn xweşê, çavreşê û xezala min
Min poşman neke ez ber bextê te me

25.03.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 25.3.2016 19:58:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu