Ji yarê ne name hat, ne jî xeber
Xemgînî, bêkesî derdê mine
Havîn û bihar jî hat, ji min re çi
Bedewa min, gula min ne ba mine
Li min de derfret, min de îmkan nema
Daxwazim, ew yar min re bibe derman
Havîn û bihar jî hat, ji min re çi
Ez ketim li nav van derdan, van xeman
Delal rabe were, ez bendî te me
Bi qesem bi sondan, ez te bîr nakim
Havîn û bihar jî hat, ji min re çi
Tu car bête ez dilê xwe şa nakim
Derdê min derdê bêzar, bêzimane
Keça delal û qemer ji min dûre
Havîn û bihar jî hat, ji min re çi
Sebra min nema, birîna min kûre
Rojane perîşanim, şerpezeme
Min qirîn min fîqane, ez xemgînîm
Havîn û bihar jî hat, ji min re çi
Ji bo yarê ez dînîm, ez bengînîm
Stenbol
Mehmet ÇobanoğluKayıt Tarihi : 7.8.2019 13:59:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!