Hewşa mala me firehye fistanên jinan dêreye
Bi wê gavê dem sibeye zû werê tu jî ser gamê
Me ga kişand nav bênderê gam dikişe ser li gerê
Û em ceh genim lêdidin vê germê û vê havînê
Me zad anîn ji zevîyan me belakir nav bêderê
Keçik rabû hat vêderê û ka lawik ma ku derê
Em pir tî bun ber vê tavê avê bînin çavkanîyê
Kevanî jî nan anîye kobin werin li bin darê
Ajotvan jî ga ho dike gam digere nav bêderê
Dem havîne roj pir germe xwêdan jî li ser lêvê
Ser her laman kele kele wele dilan diqelîne
Erd û asîmanan jî germe vê gavê dêkevin avê
Bêdere lask her tim sere pêşberê hemû malane
Nav de keda karkerane bo jiyana gudîyane
Tirpanan ve zad biçînin gamê ve genim bikutin
Bêdere pir xweş der e ceh genim anîn li sere
Mehmet Çobanoğlu
22.06.212
Stanbol
Kayıt Tarihi : 23.6.2012 23:42:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!