Bêdengiya Şevê Şiiri - Harun Aslan

Harun Aslan
16

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Bêdengiya Şevê

Govend
Di bêdengiya Şevê de barîna berfê
Di bêdengiya şevê de xemgîniya nesîm
Dana giyan di bêdengiya şevê de
Qetlîam bêdengiya şevê de
Êêê...ê heval
Di bêdengiya şevê de dostaniya mirin û jiyanê
Her weku dengê bilbil
Ya ku awazê giyanê dixwîne
Erê pir cewazê
Di bedengîya şevê de wek ku bêdengiya biyeban
Çûyînên bê xatir
Her weku rêwîtiyên dûr
Vebûna şeş stêrkan
Civîna şeş dilan
Di bêdengiya şevê de
Zivistana têmexwar
Ya ku giyanên evîndaran digire
Merheba Nûjiyan, Sarya giyan
Her ji bo rêhevalên we yên din
Di bêdengiya şevê de
Evîndarên rojê
Yên çiraya jiyanê hilkirin
Û berê xwe dane baxçeyê evînê
Şeş rêwî
Şeş evîndar di rêya evînê de
Di Bêdengiya şevê de
Çûyînên bê xatir
Rêwîtiyên dûr
Di bêdengiya şevê de

Harun Aslan
Kayıt Tarihi : 1.3.2005 20:42:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Harun Aslan