Dorhêl jî lat zinar bû
Bilbilan figan zar bû
Kale kal ket li berxa
Kewa firî jî gozel bû
Dora gund lat û pal
Fêza lata hemû mal
Me nihêrî yek hêlin
Nav de hêk,xirş,xal
Heval got dest nede
Helîn geşe lat perde
Nêzîk nebe can bira
Bêbextî neke li hêka
Ax û wax ket li xewê
Fîgane,fîzan ket şevê
Agir û şewat li baran
Qîrîn,qajîn ket kewê
Heval Tacdin bibore
Xapandin ne tu kare
Nezanîn bû paramin
Ez kor bûm û bêçare
Xayintî kir min heval
Min xapand te heval
Ro çû ava li ber êvar
Me got em diçin mal
Şev bû lo dorhêl tarî
Baran,şilî û mij barî
Li hatim û ser helînê
Kewa tirsîya xwe firî
Erd herî,ling jî teqîzî
Kevirek jî min qelîbî
Bêbextî qe tu nebaşe
Hêk şikest min zelîqi
Ketim zinar û newala
Mîna bêşala,bêşekala
Wek dizan li neyaran
Bêrûmet lo bêbextan
04.09.2007
Yildirim
Kayıt Tarihi : 13.12.2007 12:32:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!