di grevên birçîbunê de stranbêjên reş qemer mezin dikim
dilorînim
dikevînim
xewnên nebaş dibînim,vedicinikim
ditirsim
dikevim
devê min tije kerengên buhar nedî
helbestên bê xwê ava dikim
keçên bêyom dikevin ji devê min
devê min tije panzêrên neyar
panzêrên kujtar
panzêrên xort kuj
panzêrên Kurd kuj
konên şîndar dibin para min
şîn digerînim
şûr digerînim
hûr digerînim
hûr hûr lêxin govendê wer bûka mala bavê min
dipirsim,bê bersiv dimînim
dibêjim,bê gotin dimînim
porê delala xwe dirûçikînim
lêv ê xwe diqetînim
di xevên tenik de,
bûk û zava yên duwazdeh salî dixenikînim
bê bajar im
bê gund im
bê xew im
rûyê xwe dikim bênder
li rûyê xwe vala dikim
tavên esmer
raste rast!
dixwazim helbestên bê dawî binivisim
ceyranê bidim gotinên xwe
nîgaşên xwe rakim feleqê
pîsî pê bidim xwarin
offf! çiqas tiştek pîsim!
ne tiştim
bê tiştim
kê ez anîm vî bajarî
û ez li vir hîştim..
Feridun/Termînalek nav bajar/Avrêl 2012
Feridun UrfaKayıt Tarihi : 22.4.2012 11:58:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Feridun Urfa](https://www.antoloji.com/i/siir/2012/04/22/be-tist.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!