Bê Te Nabe Zû Were Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Bê Te Nabe Zû Were

Lê qemerê lê bedewê keçê can
Perîdota evîna nagihanî
Tu şêrînî tu ronî yî gula şan
Tim şewq û şemala tev stêrkanî

Lê canê kinc sora min, bejn ziravê
Dil tenik, diran mircan were ba min
Heyrana ew şara li serê te me
Te dixwazim awirê xweş bide min

Dildayî ya xala ser lêva te me
Tu gula nav dilanî evîna min
Mîna ava kanîyan pir zelalî
Rinda minî, dilevîna canê min

Birîreşê min re bêje xortê min
Xwe nîşan de, min re bêje ez virim
Bedewî ya bedewan bi te re ye
Bê te nabe zû were, ez bimirim

03.06.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 3.6.2016 01:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu