Kes tune şeva min ker bike
Bê te tenê dimînim,
Ger ku nava qelebalixêde bim jî
Gava ku tu tune bî,
Ez jî tunne me
Tenê me
Bê xwedî me,
Wek çilpî yê bê kok
Ba, li kî yalî were ,
Li wî yalî dixujikim
Tu dizanî?
Ji ber ku tu dereng mayî
Ez îşev mêvanê xwe bûm
Min ji xwe re qala tenêtîyê kir
û çîrokên têgehîştinê vegotin
Çîrokbêj jî ez bûm,
guhdar jî ez bûm
Ji ber wê bêxewim
Giyanê min cemidî
Dixwazim tu werî
Ji nû ve şîn bin
Hêvîyê ku min xwe spartê ,
tev wunda bûn di nav tarîtîyê de
Bikevim durahîya herdu çavên te
Werim darvekirin bijangên te ve
Ger ku têrê neke
Bila dîsa ji nû ve tu bibe ruhistînê min
bixeniqîm nav rondikên te de
Ne xeme,
ger ku mirin bi destê te be…
28 Haziran 2017
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 28.6.2017 08:39:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!