Nav u nîşanêmin gelekin,
Dost u yarêmin melekin,
Sewgilîyêmin çav reşu çav belekin,
Bê min kesek min nizane.
Ez hem jinim hem mêrim,
Hem birçîme hem têrim,
Hem li avême hem li êrim,
Bê min kesek min nizane.
Hem kurim hem bi çavim,
Hem Adem bê dêw bê bavim,
Serxoşîyamin kes nizane,
Bê min kesek min nizane.
Xelq bi şerabu bi raqîyê serxoşe,
Ez bi axu amanê serxoşim,
Axu amanamin li erşu feleke,
Bê min kesek min nizane.
Hem alemê Ceberut hem alemê Melekutim,
Hem alemê ben dîwarim,
Hem li dergayê istixarim,
Bê min kesek min nizane.
Qulu gedayê Muhammed Emîn’im,
Hem erşu ala hem yer u zemînim,
Geyî baqil geyî dînim,
Bê min kesek min nizane.
Cengawer Qul Xüdawendî’yem,
Ber bab u tewhît bekçîyem,
Bekçîyu qapidarê siltanım,
Bê min kesek min nizane.
Ez hem ehlê delaletê hem ehlê îsyanim,
Hem nefsim hem şeytanim,
Cehnem u cennet gî l imin zihurin,
Bê min kesek min nizane.
Yek gavekê çum cem siltan,
Êku ji vê şoraminra bê derewe, ne dînu ne îmane,
Ez li wura mam xaylî zemane,
Bê min kesek min nizane.
Mam xaylî zeman pir molet gelek,
Sêr kir li erşu ezîm cîn u melek,
Min dî çika xaşe xaş duzane,
Bê min kesek min nizane.
Ro ju şefan eş u aman,
Ez bi xwe li derdê xwe bume derman,
Min dî Ezîm hekîm ezim lokman,
Bê min kesek min nizane.
Derd u derman dîne gelek,
Ez derketim erş u felek,
Li cîhanê ser kiribu gelek,
Bê min kesek min nizane.
Bume Mansur bume Nesîmî,
Abdilahî Romî bume Hecî Bekteşî welî,
Li meydanê bume Alî,
Bê min kesek min nizane.
Min yek dî nebu dudîya,
Nıgan çum zîyareta gîya,
Min xwe avite dest u pîya,
Bê min kesek min nizane.
Gerîyam li çerxu dewranê
Ser kir li sır u mekanê
Her derdîra min dî dermane,
Bê min kesek min nizane.
Ge bum Yunus ge bum Qüdusî,
Hemmu mekan bi çavan dî,
Deyştu zozan çîyayu banî,
Bê min kesek min nizane.
Ge bum gül ge bum bilbil,
Şevu roj min go li derdê dil,
Dilêmin birîn tiji köl,
Bê min kesek min nizane.
Xüdawendî bi qîrînu hawar,
Dinya tur kir dîyar dîyar,
Min dî li cem min av li cem min ar,
Bê min kesek min nizane.
Mindî ez bum malikê milkî ezem,
Bum seyîd u siltanê ewladê Adem,
Min qelem kir dest xwe, yazikir dem bi dem,
Bê min kesek min nizane.
Ez nalîyam nalîna min kurin,
Îlacu mehlem li birînamin durin,
Namu nîşan l imin zihurin,
Bê min kesek min nizane.
Namu nîşanêmin gelekin,
Axu amanamin li arşu felekin,
Min acîz kirine cîn u melekin,
Bê min kesek min nizane.
Ez birindarim birînamin xedarin,
Îlacu melhema vî derdîmin tinîne,
Îlacu melhema xwe îmanu dîne,
Bê min kesek min nizane.
Navê Ellah Qewîn u Metîn’e,
Semmî u Basîr u Alîm u xebîr’e,
Hem padîşayu siltanu mîre,
Bê min kesek min nizane.
Cîhan çê kirîye daye duzanê,
Navê xwe sedeq u Rehîm u sibhan’e,
Ji mera dijmin daye nefsu şeytane,
Bê min kesek min nizane.
Ew Xalik’ê mîmarê nefsu şeytane,
Hem Rehîm u hem Rehman’e,
Ji her derdîra ew dermane,
Bê min kesek min nizane.
Ezîz u Cebbar u sitar’e,
Wehab u Rehman u Qehar’e,
Xadîyê sibeyu êvare,
Bê min kesek min nizane.
Kesek nizane bi vê quwet qudretê,
Ancax ew rehmê bike li merîya bike himmete,
Çira ti aşiqê wî nabîye, dibîye aşiqê cenetê,
Bê min kesek min nizane.
Bê wî kesek tine siltan,
Ji her derdîra ewe derman,
Bi vê şoramin bikine îman,
Ji derdê wera bibe derman,
Bê min kesek min nizane.
Kayıt Tarihi : 29.6.2009 15:47:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!