Bajarek Şiiri - Occo Mahabad 2

Occo Mahabad 2
31

ŞİİR


8

TAKİPÇİ

Bajarek

Bajarek bifikire ku di nav de ez bêkes û tenê.

Te difikirim te digerim te dixwazim

hesreta te dikişînim.

Bajarek bifikire ku

bê te bi hertiştên xwe min dixeniqîne

tehma jiyana min jehr kiriye.

Bajarek bifikire ku bûye hepsa min

ez bûme mehkûmê wî

dest û lingên min girê daye min dixapîne.

Bajarek

ez û tu

eşq û tenêtî

hesret û gazin…

Çi bibêjim

tenêtî ji her alî ve min dikuje

Bizanibe ku ez dimirim

saet bi saet

roj bi roj ez dimirim

tu tune yî ez dimirim…..

Helbest:Occo Mahabad

Occo Mahabad 2
Kayıt Tarihi : 27.11.2017 03:16:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Occo Mahabad 2