Bahora welatê me zuhra nav dilê minî
Tu baê bênderanî, pêl bi pêl diherikî
Te têr nabim tu caran, tu baê nerm û hênik
Bi xweşe xweş dikişi bêhna gulan li te tê
Çi xweşî çi şêrînî mîna gundê Şewan ê
Tu germa dilê meyî ronahî ya çavê min
Binefşa axa me yî, stêrkê şeva me yî
Çiyaên pêşberên te li pişta Qaqizman ê
Bi nav te de jiyane pir mûlayîm dikişî
Dengê te wek lorikan, ji lorikên dayikan
Pir xweşî pir şêrînî, ava çemê Erez î
Tu ava jiyanê yî ser axa Kurdîstan ê
Tu bilindî serbilind, bejna te pir mezin e
Xêlî serê te de ye dirûvîn bûkan li te
Bi şewq û şemalên te nav şev û rojan da ye
Çiya ê Ararat’î remza welatê me yî
Min bêrîya wela kir, dilê min de kesere
Xewn û xeyala dikim, ez qurbana welat bim
Dergûşa şaristanê li roj tim wir tê xuyan
Gula ser cîhanê ye ez lawê Kurdîstan ê
Mehmet Çobanoglu
23.02.2012
Stenbol
Kayıt Tarihi : 23.2.2012 18:55:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2012/02/23/bahora-welat.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!