Bobelata bagerên dojehî li ser min de hat, gula min
Dilê min bû behreke tije derd û keser
Niha hemû qaqlîbaz li ser behra xemên min zarînê û qajînê dikin
Ev şev, hêvî li cem min xwe vedişêrin
Bibêje dilê min !
Tu niha ji bo kîjan esmanî dibişire
Ez di nav dojehên ramanan de niha dixenikim tenha û bêdeng;
sermaya bi hezar salî li ser jiyana min nebarîne
Dil û hiş li hemberî sermaya te diqefile
Tu neçilmisîne ev gula di nav dilê min
Çivîkên di sînga min de ji te gelekî bawer dikir yarê
Êdî çivîkên di sînga min de bêdengin
Dilê min bi şewateke kevnar dilorîne
û bêwate lêdide
Navê te di sînga min de weki xençerê dimîne.
Kayıt Tarihi : 28.2.2026 00:54:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!