Bi nişkve gule barîn ser min
Agir,şewat li êş ket dilê min
Li îro germa havînê diqelîne
Dilo xwe ragire bo gula min
Çem bi robar jî îro naherikin
Zevî û mêrgê welat jî bêavin
Xwîn min dikişe wek robara
Bi av bikin sor gula axa min
Deştên bêdawî asîmanên jor
Û hênikayî jî bikeve nav roj
Bila dil min bişewite,bihele
Lo jiyana gelan qe nebe zor
Bi çiya,newal û kend,robar
Deş,zozan bi havin û bihar
Bakûr û heta başûra axa me
Xwîna min boy ew gula sor
Li ez rewşenbîrê welatê me
Ez şervanê azadîya gelê me
Û nişkve gule barîn ser min
Ez pakrewan ê rizgarîya me
Min qe nedixwest birîn û êş
Gule qelaşin dijmin ji bêhiş
Zivirand lûle bi agir barand
Gule min ket kûr birîndarim
05.10.2008
Yildirim
Kayıt Tarihi : 9.10.2008 10:57:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2008/10/09/azadi-u-lule.jpg)
TÜM YORUMLAR (1)