Azadî Şiiri - Kazım Özdemır

Kazım Özdemır
68

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Azadî

Ez dizanim azadî bê yekîtî çê nabe.
Pêwiste bibin yek, herkes wek xwuşk û bire be.
Neyar xayîne, dê he ye, belê bê babê
Dixwaze me parçe ke ku yekîtîya me ji binî rabe.

Hin kesên me hene bi zanebûn an jî nezan
Dibin alîkarê dijmim, bila herkes vî bizan
Şîyar bin ey gelî keç û xortên ciwan,
Pêşî lê bigrin, fersend nedin wan.

Ez dizanim insan bê dost û yar nabe.
Dost û yar jî bê azadî û welat nabê
Yar tê di nav azadîyê da, li ser wetan şabe
Di nav vê şayîyê da yar tê tam ji te ra yar be.

Dema meriv azad ne be yar hebe jî çi feyde
Ev ne zewq e, ne eşq e, hemî kul û derde
Heke gel tev azad be, ew dem her tişt jî di serde
Yar bila hev qepaçe kin, kes kesî bernede

Ez dizanım civaka ne azad ne bextîyar e
Dijmin zalim e, ser dest e, wek gurê har e
Rabin tev bibin yek, destên hev bigrin, car ev car e
Jı bo azadîyê xebat kin, zêr û mal, dost û yar ev kar e

Jin û mêr, keç û xort ji hev hezkin
Jı bo welat xebatê bi lez kin
Xwe ji bin destên neyar xilaz kin
Van karên hêja bi lez û bez kin

Ez dizanim ji insan ra eşq tiştek baş e
Kesê aşiq be, ew raste ne şaş e.
Kesê ji welat ra ne xebite ew caş e
Civak di hin rêyan da yek be gelek baş e...

Elmanya, 30.06.2007 / 11.00

Kazım Özdemır
Kayıt Tarihi : 30.6.2007 22:56:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Kesên di bin darê zilm û yordestîyê da pewiste hê gelektir ji hev heybikin û ji hev ra bi eşk û can bin. Hin kes hene ku di xebata rêya azadîyê da ji hev hezkirinê û eşqê tiştek ne layiq dibînin û nahêlin insan ji hev hezbikin. Kesên ji hev heznekin û ji hev ra eşqa wan tunebe nikarin xwe û welatê xwe azad bikin ji bo ku di dilê wan da eşq û şewq nîne. Kesê di dilê wî da eşk û şewq nebe nikare ji welatê xwe û ji azadîya xwe jî hezbike. Ev helbest li ser eşq û hezkirina azadîyê, welat û insanan hatîye nivisandin.

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Erdoğan Vural
    Erdoğan Vural

    'Azadi' isimli şiirinizi listenizde tıkladım,açıp yorum yapacaktım..Yabancı olan dili de bilmiyorum..
    Bölük-pörçük oluşun halleri dışında mantiki değerleri
    ve insani değerlere saygı güden duygulara sonsuz hürmetim var..Dışladınız,çok üzüldüm.Şiir görümünde ki dizelerini yanlız o dilden anlayanlar için arz etmenizin mahrumluğunun mağduriyeti içide üzgünüm.Sevgilerimle esen kalınız.
    Erdoğan Vural

    Cevap Yaz
  • Mehmet Sıddık Yalçın
    Mehmet Sıddık Yalçın

    pirozbahi...bi hurmet...

    Cevap Yaz
  • Selfet Duran
    Selfet Duran

    kürtçe bilmiyorum dolaysıyla okuyamadım ama kürtçe bir şiir yazmanıza sevindim bu ilgiyi keşke herkes gösterebilse
    kutlarım

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (3)

Kazım Özdemır