Ez şervanim, cengawerim ez Berîtan’a Kurdanim
Ez digerim ser van çiyan azadî jî barê me ye
Ez dozvanê qehremanim û ketim nav têkoşînê
Qendîl, Cûdî mala mine, war û welat dilêmine
Ez nakevim ez natewim; çel milyon jî li bamine
Roj jî roja berxwedanê hemû gel rabûn pîyanin
Ez şoreşger û hevalim tim şevan, rojan dimeşim
Megrî dayê xema neke Kurdîstan bindest nabe
Ez rêwîyê cîvakiyê, ez digerim azadîyê
Ez naxwazim nifaqîyê dilê min de welat heye
Ez geh virim geh jî li wir tim ser xetim û bin xetim
Amed, Riha û Çewlîk jî bajarên welatê me ye
Ez gerîla û şervanim ez ser bilind dil polatim
Ez Egîd’im ez Bahoz’um xwîşka Rewşan jî ba mine
Em serbilind dilpolatin em bendewarê welatin
Armanca me rizgarîye bo jîyana rûmetî ye
Ez şîyarbûm serpîyanim dozvanê doza Kurdan’im
Lehengim û pakrewanim tirsa hemû neyaranim
Ez hogir karkeranim hertim jî cem gundîyanim
Kesk û sor, zer bû ala me bilind dibe ser milên me
Mehmet Çobanoglu
18.02.2012
İstanbul
Kayıt Tarihi : 20.2.2012 15:01:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!