Çavê dayika te li me rê tê
Kulîlk bi te re bû, tu nehatiyê
Can û ciger agir bûn, dûmanê
Azadê birayê me, hevalê delal
Nakarat:
De rabê, de rabê Azadê bira
Ezîzê dilê me, rûh û can qurban
Lawikê bavê xwe, ê dayika xwe
Birînên me kûr neke li ser sînga me
Ji bo biratîyê, ji bo aşîtîyê
Can feda kirî ji bo gelê xwe
Cizîra bû bêdeng, bû goristan
Zindî şewitî, bi tîrên cendirmê Tirkan
Nakarat:
De rabê, de rabê berxê dayika xwe
Ezîzê dilê me, rûh û can qurban
Azadê bira, lawikê bavê xwe
Birînên min kûr neke li ser dilê min
Rêya te bi xwîn hat nivîsîn
Navê te di dilan de hat şandin
Her çav bi te re şewitî
Her deng bi te re bû qîrîn
Nakarat (tekrar):
De rabê, de rabê Azadê bira
Ezîzê dilê me, rûh û can qurban
Lawikê bavê xwe, ê dayika xwe
Birînên me kûr neke li ser sînga me
Kayıt Tarihi : 2.10.2019 05:52:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
A




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!