Ayetim Ez Şiiri - Dua Ekseni

Dua Ekseni
66

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Ayetim Ez

Rahman ve Rahim Allah'ın adıyla
'Göklerin ve yerin yaratılması,DİLLERİNİZİN ve renklerinizin farklılığı da O'nun ayetlerindendir.Bunda da bilenler için işaretler vardır' (Rum/22.Ayet)

Ayetim ez

Goh bide min bira yê Tirk
Bi zorderî payedarî pêk naye
Ê ku li hember zorê û hovtî serî hil daye
Wan re xaîn,terorîst û eşqîya gotin çare nîne
Eva gotina te vê pirsgirekê çareser nake

Pêysedemê di bombe yên zindîyan de
Tecavuz,zorderî û xapandin heye
Çoyek di destê dewletê heye
Wê danîye li ser bawerîyê
Ger sedem ên terorbûn
Bêrîya wan neyê girtin
Pêvajo jî her dibe xûn,girîn û nalîn
Tu î her pencere ya xwe ve mêze meke
Û mebêje “Kurde,mirov jê der nakeve”
“an jî terorîste,qeten naye li ser rê”
Were tu î carek jî li vî alî re binhêre
Kerem ‘ke carek jî bi çawê min mêze ‘ke
Yek sedem û çareserî ya hevparin emê pêk bînin
Ku vê pirsgirekê emê bi rewşekî rehetin çareser bikin
Li wê cîhê ku têda eleqedarî qêdîya ye
Di wur de êdî hevfemkirin jî namîne
Di wê demê de êdî destpêk dike kîn û hesûdî
Dijmenî digre şûna biratî
Çeple dabêje her yek alî
Ku biajo di derya yê nefretê
Bo termên ê din jêkirin radibe her yekî
Û tê ji bîr kirin ku ev jî zarê Ademê ye
Bapîrê hemîşkan İbrahîm
Û tenê Mihemed neserok bû looo
“bingeha olê,li ser evînê pêk tê”beryê we ne digot
ma qey ev nefret,di nav biran de xêyyîdî
û ev e hovitî ji bo çîye looo

Bîne ji bîra xwe hevalnê
Wê demê zarokatî ya me
Ku tu î min re heval bû
Alîkarî ya min dikir tu î her gav
Xarê xwe me hev re parve dikir
Hemû listikên xwe me hev re dilîst
Ku ew hevalî ya te a paqij
Alîkarî te ya evînmînak
Hin jî min bîrdaye
Û mazî re derva dibe
Û dikeve rojona ya min hin jî
Tirk bûna te û Kurd bûna min
Asteng nebû me re di wê demê de
Nan û firîngî yên xwe me parve dikird
Gotina te ya “bavê min,koçber dibe welêt re”
Hin jî di bîra min da ye
û ezê jana çûyîna te da dijîyanim hin jî

ona em mezin bûne
/gelo emê bûne dijmên! ! ! ! ! /
yek ji me çûye li ser çîyê di vur de gole dabêje
ê din leşkerek destkilît gavag tifînga xwe datîne
Çi sedem bû me ji hev re kir dijmên? *
Ên kû di Têkoşîna Rizgarî da
Ji hev re tevger girtîbû
Û li hember kufrê ditêkoşîyan ne em bûn
Ma ewnan kû di ser rastîyê de tevger girtî bûn ne em bûn
Vê welêt me hev re ne sitîrî bû
Mehmedê Bêdlisê û Elî yê Îzmirê
Kû di yek hembêz de di gorêdane
Li Çeneqqelê neşêhîdin

Di gundê min de leşkerên qolsitork
Dabû xwarin pîsîyê dê û bav û apê min re
Kirînên wê kesên goserîyan
Gelo rewa bû ji mera

were ez û tu em hevdû jî
bi destê bavê mebe jî
an bi destê dijmên be jî
ên kû gundan belav dikin
zarokan,dayîkan û kalan dikujin
dijî vê hemîşkan bibin asteng em
Tu min bêje hevalnê
Ger li ber zilmê emê gehr û lâl bimînin
Di wê gavê emê nabin şêytanê bêzimên
Mal,can,rumet û bawerî ya min
Tov û zimanê min neazadin
Ev e takû bibe her û her jana min

Dilê Dayîkên Şêhîd
Û ê Dayîkên Paşînê jî bi jarin
Ev hêz ku herduyan jî digirîne
Di pey perdê de her yeke
Vê çîçikên şevşevok bi xûnvexwarin têr nabe
Dîrok şahede hovîtî yê vê şevşevokan re

Were em êdî bidin qedandin vê doza xwînê
Dej ne,emê gulîlkên sor û xwînrengan bidine ber hev
Gava kû xûn di çawan de tijî dibe
Hemîn hêz dibin wek hev
Tu dibê qey xûnvexwarên çawbirçîn e

Peregehên dewlete
Ên kû bîlşexs /an jî resmîn e
Ev tişt kû di wur de çarçor dibe
Kedê dil û serê me hemîşkan e
Medya yê kû li ABD digre meeş
Dijmên dike her biran bi pênûsên xwefirotan
Ha Tirk/ha Kurdîn rewşenbîrên derewîn
Hin ji xwe ronî nebûne mirovên rûreşin
Emê ewenan di rewşa wan de bihêlin
De were ji vê lîstikê emê hev re bidin qedandin
Bo qedrê rastîyê kû ji tarîtî re kirine mehkûm îro
Ji bo pêk anîna hezz û mehebed
Tu rabe emê hev re vexînin mûmek
Bila bide kilandin ronîyâ bawerînê di dilan de
Îslem her aştî û serkeftin e
Ger bi rastî emê misilman bin
Nikarin em alîgirê zorê bin

Ê kû di dîrokê de cara pêşemîn nîjadperwerî kirî ye
Çawa kû tu jî zane Şêyten e
Tu î mebê ji kû ev e gotin serhişktî ye
Biranno
Dê gotin kû bo min tînin zimên
Ku dibêjin “li ser çîyê
Di nav berfê de ên deng kû ji ber xwe rabûn
Û vê deng bi wesifdana “Gart-Kûrt” hatin navkirin
Ne ji bo vanan ezê bûme Kurd
Ayetê Xwedê me ez
Ziman û nîjad a min
Ne rûreşî,taybetî ye
Yek ayetkîye Kurd bûn
Ayetime ez
Kurd im

Xwedî yê Helbêst:Feleknas/duaekseni
Ji Tirkî re vegerandin:Haşem/AbdülVedüd AY

“Ayetim Ben” isimli şiirimi ricamı kırmayıp (Türküm ve Kürtçe bilmiyorum) Kürtçenin en yaygın şivesi Kurmanciye çeviren Haşem/Abdülvedüd AY Kardeşime şükranlarımı sunuyorum.
(duaekseni)

Dua Ekseni
Kayıt Tarihi : 16.9.2005 00:40:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Dua Ekseni