Te mircan xist nav gerdanê
Tu kulîlka ser deştanî
Keça kovî min nereve
Tu kewoka ber çemanî
Canê min jî min bixwazî
Ezê bidim, sewda minî
Ne nenasî, ne jî xerîb
Weleh xewna şeva minî
Ji hez û evîna te ye
Bi rojan e ez pey te me
Tîra eşq ê, dilê min ket
Birîndar ê sewda te me
Bawer bike, guman bike
Evîngerm î xweş jiyan e
Evîn ked be, hez rûmet e
Ji bo dilan mihrîvan e
Ji te mal û milk naxwazim
Were bibe hevdilê min
Ez te evîn, hez daxwazim
Wan awirên kel bide min
Sewda, evîn dil de xwşe
Ev çi leze ev çi reve
Rojane hêvîya te me
Ay dilberê min nereve
Mehmet Çobanoğlu
18.04.2022
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 18.4.2022 11:58:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!