stranên min
wekî hilmeke sar ji ser zimanê min ditehisin
û di nava bêdengiyê de winda dibin
jan dikeve dilê min
janeke gelek tûj
ruhê min dicemide
diqerise...
zîhna min dikeve ber pêlên ramanên kevn
hingê şewateke giran bi dilê min dikeve
diêşe
diêşe
diêşe
dawiyê ez û êş dibin parçeyekî ji hev
wekî goşt û neynûkê...
her ku jiyan bi rikberî li nav rehên min digere
êş jî mezin dibin
êş jî giran dibin
mîna lehiyekê
bi ser xewnên min de tên xwarê
bi ser xeyalên min de tên xwarê
bi ser xweziyên min de tên xwarê
bêhna min diçike êdî
dimirim
na na
roj bi roj dihelim
çeng bi çeng
dilop bi dilop
wekî berfa tavê lêdayî
dihelim û dihelim
lê ava ji min diherike
dikeve nav dilê axê
tê dipere
û tê de dibe jiyaneke nû
vedigeşe
vedijî
û ez dibim kulîlkeke lawaz
canemerg yanî:
li biyabanan
li beyaran şîn têm
umrê min pir kurt e
û pelên min pir tenik in
ne dikarim li ber baranê
ne li ber gijlokê
ne jî li ber bayekî xurt ber xwe bidim
zû dibehim
zû diçilmisim
û pûç dibim
lê tu kesî hay ji min nîn e
..........................
.........................x
4. Rezber.2004\ Amed
Ömer DilsözKayıt Tarihi : 4.9.2004 18:49:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!