Ax Kobanê...! ! ! Şiiri - İzzettin Coşkun

İzzettin Coşkun
279

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Ax Kobanê...! ! !

Ax Kobanê ez bi qurbanê

"Gene bomba yağdı üstümüze
Gene dost kardeş seyre daldı üzüntümüze
Kobani yaralı yaralı düşünüyor
Zalim dünya parça parça bizi izliyor.
Yersiz yurtsuz çocuklar
Yalın ayak bırakılır vatansızlığa
Ve terk edilmiş bir haksızlığa

Getirin bir kalemle bir kağıt
Çabuk yazın
Bizim bizden başka dostumuz yok
Bizim bizden başka düşmanımızda yok
anlayın ki tek çaremiz
Ve yaramızı ancak kardeşlik iyileştirebilir...."

Ah Kobani sana Kurban olayım.

Dîsa bombe barandin ser me
Dîsa bêdeng man dost û birayên me
Bajarê Kobanê bûn bajarê dil xemgîn
Bûn Halepçe...
Guhdarkir cîhana bibext em dîsa bûn parçe parçe.
zarokên bêcih û war....
Pêxwas dimîni bê welatiyê
Bêkes dimînî bê weletiyê

Pênûs û kaxizeke bînin bi lezînin
Serok û reberê kurdan kom bikin
Bila binivîsin ku
Ancax kurd ji kurdan re dibe çare
Birîna Kurdistanî ancax bi biratîya kurd sax bibe

Ey dîrok te ez naskirim
Ala sor bû ser rûye min
te ez fem kirim.
çîroka min dilgeşîya zarokên rojê
Geş dibe ser kilam û dozê
Ez neviyê Seyît Riza
dilo cigera min dişewite weke kozê..
xwîna şehîdên nemir bû sembola jîyana min...
Awazeke kûr ser çiye dimeşe
Şehîd dibare şehîdan tov dike tolhildana min
navê min Qazî Muhammet ew ê herdem serfiraz
Ew ê ronahîya welat re
Tîréja serbilindiyê...
Bûm qêrîn
bûm nalîn
Ser çol û çiye bûme Cegerxwîn
Ax birîna min
ax Kurdistana min
Te şewitand
Te peritand dilo hinavê min
Te jîyan û helbesta min nivisiye qebrîstan...
Ma tu nizanî ez bê te tarî dibim
perişan û perçiqî dibim

Dengê raperîna bibihîse
Şex Saîd Alî Şêr misafire li demare te de
Ey dîrok te ez nas kirim?
Navên digel xwînê nivisiye
Navê min Kurdistan hatiye nivîsandin...

Ey dünya bizane ku
Tu deyndar mayî li Kurdistan
Tu birîndar mayî...
û hola egîdiyê de ketî heft tebeqe goristan

Ey Xudayê ezîz
An Kurdistan bike bihuşt
an jî bihuştê bike Kurdistan
Bila weke tesbîh bikêşin ji can fedayî
hevalên dilgeş û welatparêz
Hemû bi hev re awaz bikin
Ax Kobanê ez bi qurbanê

İzzettin Coşkun
Kayıt Tarihi : 5.10.2014 00:20:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

İzzettin Coşkun