Ax Jinê Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
110

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Ax Jinê

Ax, di got qey tu dilî
Lê ji bo hinekadin dilî
Tu ji xelkê re tava geşî
Lê ji min re şeva reşî
Tu ji xelkê re gotin xweşî
Lê ji min re tahl û tirşî
Tu ji xelkê re aramî
Lê ji min re derd û xemî
Tu ji xelkê re bilbilê zinarî
Lê ji min re wekî marî
Tu ji xelkê behrî
Lê ji min re wekî jehrî
Tu ji xelkê re cih û warî
Lê ji min re axa sarî
Tu ji xelkê re her tim rastî
Lê ji min re her tim xwehrî
Tu ji xelkê re yarî
Lê ji min re wekî neyarî
Tu ji xelkê re masîgirî
Lê ji min re kûsîgirî
Tu ji xelkê şêrînî
Lê ji min re birînî
Tu ji xelkê re qencî
Lê ji min re neqencî

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 5.12.2024 16:39:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!