Nav ava golan de refên qazane
Berwarê gundan de deşt û zozane
Kevîyê çeman de tim gul vedidin
Nav de kalîna berxan û pezane
Dijî evînê Beko’yê Awan e
Navberê latan de koma kewan e
Ji bax û baxçe de bêhna gulan tê
Di nav şevan de jî xewnê xewan e
Di havînê de her der gulîstan e
Rindîya welat dar û daristan e
Berf û bagerên di nav zivistanê
Xeyîdî yên yarê jî derdistan e
Awirên yarê jî wele pir xweşe
Şewqa rojê ji rojê de diweşe
Gulên şêrîn di axa de vedidin
Wele demsala payîzê bêtewşe
Germahîya dilan evîna yaran
Gulên navberê havîn û biharan
Hêvîyên hejeran dilê bêkesan
Bextiyarî dixwazin hezar caran
22.01.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 22.1.2016 12:19:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!