Ji her deverê avzem dizan.
Her dever tijî av bû.
Di nava keviyên berfê re av diherikî.
Ji nava newalan av diherikî.
Ji kendalan av diherikî.
Ji beyaran av diherikî.
Her dever mişt av bû.
Li hin cihan av wekî marekê hêdîka di nav mêrgan re diherikî.
Li hin cihan di bin şikêran re diherikî…
Avên pir zelal bûn.
Bijûn bûn ew av wekî rondika çavan.
Sar bûn ew av didanên mirov pê diqerisî.
Xweş bûn ew av wekî şîrê mîhan.
Li dora wan avan,
Li cihekî nihande rûniştibûn hemû hizrên min.
Li nik hev.
Li dora av û avzeman.
Li dora kanî, cuh û cobaran.
Li dora keviyên berfê…
Wekî koza pezî xwe dabûn ser hev.
Difikirîn.
Heye ku kêfa wê demê derdixist.
Lê hizrên min ên cuda cuda li nik hev kom bûbûn êdî.
Li ser axekê.
Li dor avekê.
Li nik hêviyekê.
Ev cara yekem bû ku hizrên min ew qas nêzî hev dibûn.
Yekem car bû ku hemû hizrên min di rêgehekê de radiwestiyan.
Ev ji bo min şoreşeke mezin bû.
Yekem car bû ku ez bûbûm yek parçe.
Yekem car bû ku hemû rayên dilê min ji bo tiştekî radijenîn;
Ji bo tiştekî
Û
Bi hev re…
Êdî hev dinasî û hev qebûl dikir hizrên min ên peregende…
Av di nava spîkên çavên min re diherikî.
Hemû rûbar ji wir dizan;
Ji wê avzema li welatê winda.
Çavên min bûbûn kaniyên avê.
Min li avê dinêrî
Û
Av di nava min de diherikî.
Tîna avê bi dilovaniya dayikekê rûyê min dialîst.
Min li avê dinêrî û xwe tê de didît.
Ez di nava avê de bûm
Û
Bi wê re diherikîm
Û
Her dîsa ew jî di nava min de bû
Û
Ji çavên min diherikî.
Welatê berze di bin kêlestûnê de hatibû veşartin;
Hemû reng li wir bûn.
Li nava avê…
Hemû reng ji avê dizan
Û
Di avê de winda dibûn.
“Av jêderka jiyanê” bû
Û jiyan ji avê vedijî.
Ez ligel hizrên xwe bûn li nihandeyeke welatê berze.
Welatê avê yê ku di nava axê de veşartî.
Welatê avê yê ku di nava çiyayan de nuxaftî.
Welatê avê yê ku di nava beriyên dêm û çolteran de bêhna xwe vedayî.
Welatê winda yê avê di axê de dihewîne.
Welatê ku av û ax lê dihêwirin û jiyan li ser şax vedide…
Hizrên min di nava avê de bûn.
Avjenî dikir
Û
Xwe berdida nava kûrahiya avê.
Avê ew dipêçan.
Av her tiştî dipêçe.
Evîna avê gelekî kûr e
Lê hêrsa wê jî pir dijwar e.
Av ku har bû digire nava xwe her tiştî;
Hemû dar û berdî.
Lê ku avê hez kir jî hembêz dike her tiştî;
Hemû giyanewerî.
Bê av jiyan tuneye.
Bê av evîn tuneye.
Bê av …ax… tuneye.
Bê ax û av hizrên min tune ne.
Bêyî hizran jî ez tune me.
Ez û av bi hev re hene li wî welatê winda.
Ji nava hemû avzemên wê dilê min diza.
Dilê min li nav pêlên avê wer bûbû
Û avê ew bi dilovaniya yarekê dihemêzand.
Loma ez kêfxweş bûbûm li dora avzemên welatê winda.
2004-03- 08/ Amed
Ömer DilsözKayıt Tarihi : 9.12.2004 10:34:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Ji nava hemû avzemên wê dilê min diza.
Dilê min li nav pêlên avê wer bûbû
Û avê ew bi dilovaniya yarekê dihemêzand.
Loma ez kêfxweş bûbûm li dora avzemên welatê winda. ''
Kekê Omer ez te pîroz dikim te,helbestek xweşik bi me da xwendin...Silav û rêz..
Dil îro min sermeste
Haya min jî min tune
Ziman jî min giran bû
Serê min jî min dêşe,
Nikarim bipeyivîm!
Ez îro jî bi lalim
Ez naaxafim
Pîyê min nameşin
Rê de mam,nabînim dîsa.
Ez serxweşê xeyala
Ez evindarê zozana
Ez yarê bibilan
Ez dostê gelan
Ez rengê hemû gulan
Şin dibim
Kesk dibim
Sor dibim
Ser ala Kur de ve dibim
Nav dilan de ba dibim
Ser dêm û hinarika ramûsanim
Ez geh dîlana de şa dibim
Dikevim nav desta dileyzîm
Ez geh jî dinalim,digîrîm
Bi sêwî ya re
Xerîba re xemgînim
Ez bimirim
Ez bê welat har dibim
Dil dîsa îro min sermeste
Kula min jî gırane
Haya min jî min tune
Min xeyal,min derde
Min qesem wexwar
Ez rêwîyê azadîyê
Ez serxweşê bilûra
Dil min zize
Bêrîn jî li min kûre
Ez reben ez bê kes
Dem jê min şîne
Şev jî min tîre
Lolrî lorî dilê min
Ez bimirim ka welat
Ka xa,
Ka gund,
Ka gel,ka ala sor ku ma?
Min sond xwar
Ez sermest û hêviya we me.
29.07.2008
Yildirim
Mehmet Çobanoğlu
Te pır xwoş nıvısandiye...ser cava keke aziz..
TÜM YORUMLAR (3)