Avedana hestên herişî Şiiri - Ömer Dilsöz

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Avedana hestên herişî

Hestên min gelek herişî ne; bêgav im. Di mejiyê min de bi hezaran pirs tên û diçin. (...?) Dilê min kovandar e, şikestî ye; hizrên min şêlû ne. Ditirsim ji her tiştî; ji her kîte kîtê... Ji dengên xwezayê; qîrîn, qîjîn û qorînan... Ditirsim ji hêviyên xwe. Newêrim wan birêsim û newêrim xeyalên xwe raçînim. Dilê min şikestî ye û hêviyên min birîndar in...

Roj diqulipin. Dem diherike; saet, roj, meh û sal dikudin... Dem zora her tiştî dibe û demildest diçe û bi xwe re dibe her tiştî... Hêj wekî duhî bû dema ku min jiyan nasî û wate li heyiyan barkirî. Bes, hemû jî çûn; yek bi yek, dû hev û ji nişkê ve li pêş çavên min berze bûn; yaren, destebira, birader, hevrê û heval... Dûr û nêz, nas û biyanî... Çû, çûn hemû jî bê seroşûn; tenê bîrhatinên wan mane tomarkirî di birka jêrhişê min de...

Ne min gotibû, hestên min gelek herişî ne vê berêvarê. Vê berêvara ku roj li ser gopikê bilind hêdî hêdî tîna xwe dişkêne û amadehiya xatirxwestinê dike. Tu dizanî, ez qet ji peyvên xatirxwestinê hez nakim, bes! ... Rojeke xweş e îro; hewa hêdî hêdî germ dibe, dihele berfa stûr a ku çiya û newal tev nixumandibûn û wergêrabûne ser rengê spî...

Xweza vedijî; kulîlkên yekem ên biharê 'berfîn û canemerg' rûyê berfê dikelêşin û silav didin biharê. Bes, dilê min gelek westiyayî ye. Hestên min herişî ne. Gelek bi tenê me; çavê min dipê her liv û lebata xwezayê. Pêjnek di nava min de dibêje min: 'Îcar nebû, dê careke din...' Û li wir dixetime verêja gotinê. Êdî, nema tê baweriya min bi jiyanê. Jiyan gelek sar tê pêş bergeha dîtbariya min. Şêlû dibîne êdî hemû hizrên min. Şêlû dibîne jiyanê û tiştên ku jiyanê ditamijînin...

Hingê ji nav birka bîrhatingeha min hiltavêje dilopeke hêviyê û li pêş çavên min çirûskek dibiriske; leylan dide li ser deryaya xeyalên min ên ku di nîv rê re hatine fetisandin. Hingê jî ez diçim ber bi hestên xwe yên herişî ve û dikevim nava deryaya kul û xem û kovanan. Wê gavê, rondikeke dizok ji birka çavê min hiltavêje û dikeve ser sûretê min û tê de digindire hêdî hêdî... Wê gavê ez di cihê xwe de radiwestim û berê xwe bi aliyê çiya ve dizivirînim. Jixwe, kengî ez ketibim di nava herişîneke wisa de min her weha kiriye û welê diyar e ku dîsa li vir dubare dibe helwesta min a jixwerevînê... Direvim ber bi cihekî nediyar ve.

Çiya li benda min in. Ew li benda bihareke rengîn in. Ew li benda vejîneke din in. Dîsa 'bi xêr tê' tê û li benda gelek hêviyan e; ew, ji bo hêviyan vedijî û digirnije careke din li gel hestên min ên herişiyayî. Gazî min dike bihar, dibêje; 'Were, xwe berde hundirê delaliya min.' Bes, ez ji wê dûrdikevim, ew jî ji min... Nizanim ji ber çi, lê herçend nêzî wî dengî dibim, berevajiyê di heman katê de jê dûrdikevim jî. Ango, nêzîkiyeke dûr, dûrahiyeke nêzîk. Berevajî dibe her tişt di nava bawesîska hizrên min de. Ditirsim, ditirsim! ...

Hingê, careke din tê bîra min çend tişt; çend bîranînên daborîn û çend kovanên li ser mêlaka min bûne jan û têperiyane. Ez ditirsim ji xewn û xeyalên xwe, ji dilê xwe, ji mejiyê xwe, ji hêviyên xwe. Herwekî 'marî geztibim, wisa ji werîs ditirsim.' Dibe sehm her tiştê heyî; heyîn dibin tirs û dikevin nav jiyana min. Û bihar tê bîra min. Bihara welatekî rengîn. Rengên kulîlkên cuda cuda yên vî welatê tên pêş çavên min. Sor, mor, binevşî, zer, kesk, spî û peyazî... Her rengek şûna ku 'hêviyê' di min de vejîne, berevajiyê dikuje. Hingê, reng wateya xwe li nav jiyana min winda dikin.

Ne vê berêvarê hestên min gelek herişî ne. Dilê min bûye kozgeha xem û xeyalan. Ditirsim. Gelek tişt tên bîra min; duh û îro, pêr û sibê. Di navbera çarçûveke teng de têm û diçim. Dilê min li ber lehiya şikesteyan dike ku bimîne. Ango, hestên min di şerê man û nemanê de ne. Mejiyê min ji mêj ve têkçûyî ye. Êdî ew nema dikare gewdeyê min ê westiyayî rabigire...

Gelek bêgavim. Divê hestên xwe vejînim. Divê xem û kovanên xwe bikim cûnî û biqutim. Divê êş û janên xwe deynim bin destarekê û bihêrim da ku careke din dest pê bike jiyan. Da ku xweş û geş bibe cîhan. Da ku bitamije evîn û hebûn. Da ku -bi kurtebêjî- dîsa wate li heyiyan bar bibe û biherike ava jiyanê li dêmistana dil û mejiyê min. Lewma careke din berê xwe didim çiya; welatê kûvî, li nav xwezaya rengîn...

Gelo çi ye çiya hin jêneger dike ji bo me? Gelo ji ber çi çiya me bi jiyanê ve girê dide? Çi ye raza çiya? Çi ye vîna çiya? Çi ye tama çiya? Ji bo çi ew der hertim dibe cihê destpêkan? Ew der dibe kozgeha hêviyan? Hêlîna xweziyan? Ma jiyana çiya çawa ye?

Vê berêvarê ez vê pirsê ji xwe dikim. Dûvre jî berê xwe didim çiya. Xeyalên min li wir in; di dilê çiyan de. Li nik heval û hogiran. Li nik şervanên azadiyê. Li nik gerîla. Mirovên jiyanhez. Mirovên mirovhez. Mirozên azadîxwaz. Mirovên dilêr û evîndar. Mirovên bi rastiya tama jiyanê hesiyane. Mirovên jiyanê. Gelo çi ye wan hin bi jiyanê ve, bi jiyana çiya ve girê dide? Gelo qey bilindahiya çiyan e? An ne ku hêşinahiya çiyan e? Çiya navê dîtir ê afrîneriyê ne. Çiya warê avakirinê ne. Çiya kozgehên mirovahiyê ne. Çima?

Tu dizanî, li wir; sal pênc demsal e. Çar demsalên xwezayî ne, ya din jî di nava demsalan de afrîneriya demsaleke nû ye. Ku ew jî gerîlatî ye. Pêşmergetî ye. Û mirov li wir di nav werzan de werzeke zêde dijî. Ew der warên paqij û bijûn in; negihîştiyê destên mirovên çavbirçî. Li bilindahiya lîsên çiya, li dora mêrg û keviyan, di nav şkêr û zinarên asê de, di bin dilopên şikefteke kevnar de, li gel dengên xwezayê yên cuda cuda, yên biefsun; sîsirk û wawikan derbaskirina şevexwînên dirêj û bisaw. Gelo çi ye wan li wir bi jiyanê ve girê dide?

Bêguman bîranînên şehîdan. Şehîd dilê dîrokê ne. Şehîd giyanê dozê ne. Şehîd rastiya jiyana serfiraz in. Şehîd doz in, doz şehîd... Şehîd azadî ne, şehîd çiya ne, çiya şehîd... Li her bihosteke van çiyan xwîna şehîdeke hêj nenavkirî heye. Ev çiya bi xwîna wan ciwanên hêj di bihara umrê xwe de bûne şahida/ê hêrsa dilê mirovên vî welatî, hatiye avdan. Herdîsa dê bi xwîna wan jî were avedankirin...

Êdî li vir diwestin hestên min ên herişî. Gotin dimiçiqin. Peyv bêdeng dimînin û ez dikevim riyeke dirêj. Bihar li ber vejînê ye. Kulîlkên yekem ên biharê 'berfîn û canemerg' di hewla pişkdayînê de ne. Zîlên xwe avêtine. Berf dihele. Hewa germ dibe û jîngeh hêdî hêdî kirasê keskahiyê lixwe dike. Herwiha ez jî hêdî hêdî dimeşim ber bi çiyayê roj lê ava dibe.

2002/ Culemêrg

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 13.8.2004 12:02:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Dilsöz