Niha di kolanan de evdaleke bê turik im.
Xewnên min de ewrên windayî digevizin.
Di xunavên min de rojekê mirî
Hişê min de hizrên fetisî ber bi sekeratê de,
li danek nepen, şevekê perişan ji tarîtiya xwe.
Diqermiçe,
Diperite,
Difetise.
Di kulmek xwîna canê xwe de xemsar im.
Hemû wext ew roj in.
Hemû roj ew dem in.
Ji şevan şeva 15 ê îlonê.
Ne gule,ne jî xençer bê dengiye kujer.
Lal bûne stêrk, reş bûye heyv, kerr bûye ba.
Hemû bêje û gotin sekitîne , cihimîne.
Di goristana xwe de bêdeng in.
Bê eslin , bê xemin bêwêrekiya xwe de.
Singa xwe birîndare fermandarek li keleha Farqîn .
Nabihîse tu ehl, nabihîse tu ewd.
Hawarek bilind dibe tarîtiya şevê de diperçiqîne esmanan.
Jinek kul birîn , dayîkek neçar .
Bersinga xwe de fermandarek birîndar.
Diqêriya wê şeva ilon ê.
“Waxx Senaroo, te malika dayîka xwe şewitand.”
Dengekê dil nizm dilerize di kolanên farqînê de,
Gav bi gav dimeşe .
Laşek hêjar û bê xwîn mayî wê şevê tenê digot;
“Dadê av av”
Kayıt Tarihi : 28.8.2019 02:28:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!