Qêrînek ji kûrahiya dilê te tê.
Ger tu nebêjî jî,
Ger tu veşêrî jî.
Her çiqas ruyê te bikene jî,
Ez kûrahiya çavên te dibînim.
Wan xeyalên şikestî,
Wan hêviyên hezar parçe,
Wan peyvên lâl,
Kenê te yê şermok û sêwî,
Nalîna te ya bê xwedî.
Weeey bê lome be !!!
Ez dizanim çi tofan
Di kaniya bîranînên te de radibin.
Û ez ji her demê pirtir ditirsim,
Peyvên min ji te re nikaribûm bêjim
Ku li pey min sêwî bimînin.
Pir ditirsim ku dengê te,
Ji guhên min bixeyide.
Û pir ditirsim ku
Kenê li dora çavên te,
Kenê ku kaniya jiyanê bû ji min re
Jibîr bikim.
Pir ditirsim Asmîna min.
Pir ditirsim ku te jibîr bikim...pir...
Kayıt Tarihi : 4.2.2026 23:25:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!