Her şev kesera te
li deriyê dilê min dixe.
Derî vedikim,
te dikim mêvan ji xwe re.
te dikim mevana dilê xwe.
Vaye, vaye tû dîsa hatî !
Kerem bike, kerem bike,
tû bi xêr hatî Asmîna min,
tû bi xêr hatî dîsa...
*
Her şev kesera te
li deriyê dilê min dixe.
Di destên te de
sifreya hesretê;
tije qehr û kêferat.
Çengek ji bêhna te,
behna te tije hêvî,
Himêza te tije mey a evînê.
Jê vedixwim, qedeh...qedeh,
dilxweş dibim, serxweş dibim,
meyxweş dibim bi evîna te...
*
Her şev kesera te
li deriyê dilê min dixe.
Tû bi têlên dilê min,
stranên wêran lê dixî,
rondik dibarin ji çavên te,
rondik di barin ji çavên min.
dilê min radibe dilanê dîsa.
Desmalek ji hêsirên
çavên te dihejînim.
Ji xwe derbas dibim,
ber bi te ve têm
Dîlanek bê dawiye ev !
Dîlana te ye Asmîna min, dîlana te ye...
*
Her şev kesera te
li deriyê dilê min dixe.
Ez dizanim, tû ji min dûrî
ez dizanim tû hêjî xeyalî,
Ez di zanim ew roj wê bê.
Lê ez nizanim,
ez nizanim ka tû bêje;
Ev dil çima wisa rezîl bûye ?
Ka tû bêje;
ez kengî ewqas bûme evîndarê te
Asmîna min,
ez kengî ewqas bûme evîndarê te,
kengî... ?
* * *
Kayıt Tarihi : 3.5.2023 23:46:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![İrfan Görnü](https://www.antoloji.com/i/siir/2023/05/03/asmin-3-2.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!