Asmîn -2- Şiiri - İrfan Görnü

İrfan Görnü
15

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Asmîn -2-

Îro stranek xemgîn hate guhên min
dîsa helbest bariyan
wek dilopan ji dilê min.
Helbestên kû navê te lê,
helbestên rêwiyên riya te Asmîna min...
Çima tunebûna te ew qas zore,
wek mertalekî dıçıke li pêşiya min.
Çima hemû derî li ber min têne girtin,
yek bi yek ?
*

Ez bê te ketim demsalên xapînok,
demsalên kû tu car ber bi te ve nayên.
Piştî te ketim çend xefikan,
wek çûkekî bazşikestî...bê xilasî ?
Li pey te,
di çavên çend zarokan de giriyam ez ?
Di çend hêsiran de rijiyam xwar ?
Çend darên bêkes şîn bûn di vê axê de ?
*

Dîsa di dilên sêwiyan de
hesreta te li min dide,
pêl bi pêl... pir girane,
kîjan mêrxas
dikare li ber bisekine Asmîna min,
kîjan mêrxas ?...
Di çend quncikan de
min lihêfa tariyê kişand serê xwe ?
Çend hêviyên min şikestin,
tû qet nizanî Asmîna min...?
*

Êdî ez wendabûm di
kurahiya hemû deman de.
Dest û lingên min tu car
wisa ne hatibûn girêdan,
wisa bêçar û jar.
Êdî tu axîn, tu nalîn nabe ava sar,
nikare bicemidîne vê kezeba şewitî.
Tu bedewî nikare te,
tenê yek carek bide ji
bîrkirin Asmîna min !
*

Kenê te hêdî...hêdî
li dora wan çavên bê hempa belav dibû.
Îşev ew ken bareke êdî,
barek pir giran,
wek zinaran ,
di perçiqîne vî dilî,
nikarim rakim... nikarim
hilgirim...nikarim !
*

Îşev dîsa herkes bi kêf
û şahiyanve lebikiye,
ez dihelim.
Ev çi agire Asmîna min,
tenê min dişewitîne,
tenê ez dişewitim,
tenê ez...
tenê ez...

İrfan Görnü
Kayıt Tarihi : 3.5.2023 23:44:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

İrfan Görnü